TR Kurdî EN
SON HABERLER

Afrikalı Leo Kitap İnceleme 16.12.2013

YOLA ÇIKMAK! YİTİRMEK ÜLKELERİ 

Yola çıkmak! Yitirmek ülkeleri!
Bir başkası olmak süresiz,
Yalnız görmek için yaşamaktır
Köksüz bir ruhu olmak!
 
Kimseye ait olmamak, kendime bile!
Durmadan gitmek, sonu olmayan
Bir yokluğun peşinde
Ve ona ulaşma isteği içinde!
Böyle yola çıkmaktır yolculuk.
Ama ben açık bir yol düşünden öte,
Bir şeye gerek duymuyorum yolculuğumda.
Gerisi sadece gök ve toprak.
 F.PESSOA
 
’’ Ben, Hasan,tartıcabaşı Muhammed’in oğlu, ben Giovanni Leone de Medici; bir berberin sünnet ettiği, bir papazın vaftiz ettiği ben. Şimdi Afrikalı diye anılıyorum, ama Afrikalı değilim. Bana Granadalı, Faslı, Zeyyadlı da derler ama ben hiçbir ülkeden, kentten ya da boydan değilim. Yolların oğluyum ben, ülkem kervan,yaşamımsa yolcukların en beklenmedik olanı.’’ diye başlayan ve yaşamının belli dönemlerinde aidiyet duyguları oluşmaya başlamışsa bile yaşamın bir noktada var ettiği kısır döngüye  kapılıp sürekli hareket halinde olan, Endülüs’ün son demlerinde, Granada' da gözlerini yaşama açan ve sadece o an kendini bir yere ait hisseden ,Hasan’ın öyküsüyle tanışırız bu kitapta. Kitap kısaca Hasan’ın ,Afrikalı Leo’nun, hayatını ve hayata dair algıladıklarını, anne babasından duyduklarını, tarihin önemli gelişmelerini, sultanlarını, krallarını, imparatorlarını haydutlarını, o dönemin  önderlerini, bununla beraber her dönemde var olan ve olmaya devam edecek gibi görünen hıncı, egoyu, zulmü, adalet kavramını veya adalet diye tasvir edinilen yanılgıyı, kendi çıkarları doğrultusunda sadece salt kendi varlığına düşkünleri, toplumun o dönemde yarattığı kahramanları ve bu kahramanların toplumun onlara yüklediği sorumluluk altında kendilerini feda etmelerini ,hatta bağnazlıklarını,  insanların farklılıklarından kaynaklı birbirlerini nasılda ötekileştirdiğini, o dönemdeki sosyal yaşamın tabularını, totemlerini, ölümü, cinayeti ,kadınları; kadınların kendi kaderlerine nasıl razı olduklarını ve esaretlerini, dönem dönem kabul gören felsefeyi ve onun süreç içinde nasılda yozlaştığını, kısacası hayatın kendi saçmasını tarih boyunca nasıl da var ettiğini, oğluna anlatışı şeklinde ele alıyor.
Kitap, Hasan’ın yaşamında çok önemli yer tutan şehir isimleriyle  -Granada, Fas, Kahire Roma-toplamda dört bölümden oluşuyor. Bölümleri kısaca anlatırsak:
Granada Kitabı: Hasan’ın bebeklik  dönemini ve ondan önceki dönemi anne babasının anlatımlarıyla işler. Ayrıca Granada’nın Kastilyalılar tarafından geri alınmasını Kastilyalılar'ın Müslümanları zorunlu olarak göçe zorladıklarını Yahudilerin kıyımını ve ailenin Fas’a göçünü anlatır.
 Fas kitabın: Hasan’ın çocukluk ve gençlik yıllarını, babasının duygusal durumunu çelişkilerini,Hasan’ın aldığı  eğitimi, arkadaşlık deneyimlerini, en yakın arkadaşı ve kız kardeşinin başına gelenleri, dayısıyla olan ilişkisini ve dayısıyla beraber Fas Sultanı'na verdiği hizmetleri, ilk aşkını ve ilk evliliğini ,babasıyla benzeştiği noktaları, o dönemdeki egemen gücün bir diğerini nasıl da ötekileştirdiğini ve yok etme çabasını anlatır.
Kahire kitabı: Veba salgınından kırılan halkı, salgından kaynaklı göç eden insanların o an ki kaosunu,  Kahire’ye yerleşme sürecini, Hasan'ın Yavuz Sultan Selim’in yeğeninin dul eşiyle olan evliliğini, tahtın varisi olan üvey oğlunu, kahramanımızın yeni ailesiyle yaşadığı maceraları, Osmanlı- Memluk savaşını ve Hasan’ın kaçırılmasını anlatır.
Roma kitabı: Hasan’ı kaçıranların onu Papaya bir köle olarak vermesi, Papa’nın onu evlat edinmesiyle özgürlüğüne kavuşup soylular sınıfına yükselmesini, kiliseye hizmetlerini, Avrupa’nın o dönemdeki güç dengesini, ülkelerin bir diğerine yaptığı entrikaları, din olguysa bezemesini ve Afrikalı Leo isminin aslında  Romalılar tarafından kendisine bir lakap olarak  takıldığından bahseder.
Hasan (Afrikalı Leo), Hayatının dönüm noktası olan şehirlere- Granada, Fas, Kahire Roma- yolculuğu sırasında birçok savaşa ve ilginç olaya tanık olur. Kimi zaman şaşırır, kimi zaman üzülür. Fakat sonuçta bir çok kişiliğe bürünerek hayatın birçok farklı yanını tanıma şansı bulur. Her bölümde farklı bir kişiliğe bürünmüş olarak ortaya çıkar.
Bebekken sünnet edilen, sırf din değiştirmeme adına ülke dışına çıkan  bir ailenin çocuğu olan ,sağlam bir İslamiyet öğretisiyle kendini donatan Hasan'ın , yaşamının ilerleyen döneminde ,karakterinin tam  oturduğu demde ,vaftiz edilmesi ve özgürlüğüne kavuştuğu anda kiliseye bağlı kalması, kitabın can alıcı ironilerinden biriydi galiba
 
KURMANCİ
 
DANASÎNA PIRTÛKA LEOYÊ EFRÎKÎ(AFRÎKALI LEO)
 
DERKETINA RÊ Û WENDAKIRINA WELATAN.
 
Derketina rê û wendakirina welatan.
Bûyîna mirovekî din bê dawiye
Jiyan ji bo dîtina tenêtî ye
Bûyîna rihekî bê kok.
Ne aîdî xwe û tu kesî be.
Bê navber biçe ya ku bê dawiye.
Li dûv tunetiyê.
Û bi daxwaza ku tu yê bigihîjî.
Wisa ye derketina rêwîtiyê.
Lê ez ji bilî bi xeyala rêyek vekirî(wir de)
Ez pêdiviya tiştekî nabînim di rêwîtiya xwe de
Wekî din hemû ax û ezman e.
                                                   F.PESSOA
 
“Ez Hesen îm. Ez kurê serkêşvan ê Mihemed im. Ez Giovanni Leone de Medici yê ku sertaşekî ew sinet kiriye, ew ê ku papazekî ew vaftîz kiriye. A niha ez wek Efrîkî têm bi nav kirin, lê ez ne Efrîkî me. Ji min re dibêjin Granadayî, Fasî, Zeyadî, lê belê ez ne ji tu bajar, welat û qebîleyan im. Ez kurê rêyan im. Welatê min karwan in, jiyana min rêwîtiyeke ku nehatiye hesibandin, e.”
Pirtûk bi hevokên li jor dest pê dike û jiyana Hesen vedibêje. Di hin demên jiyana Hesen de hestên wî yên aîdîtî çêbûbin jî,Hesen dikeve nava jiyaneke gerok ku wî bi destên xwe afirandiye, lê çavên xwe, li Granadaya Endulusê ya hema beriya ku ji dest derkeve de vekiriye. Çavên xwe li wir vekiriye û tenê carekê xwe aîdî vir dîtîye û em di pirtûkê de bi jiyana Hesenî re wisa rû bi rû tên. Pirtûk bi kurtasî jiyana Hesenî(Leonê Efrîkî) û têgihîştînên wî yên di derbarê jiyanê de, tiştên ku ji dê û bavê xwe bihîstine, geşedanên girîng ên dîrokê, siltan, keyser, împarator, rêbir û pêşengên wê demê û bi van re jî. aliyê xwe yên berjewend, azwer, zilm û rêmana dadmendiya ku dê her dem pêre bin ji me re rave dike û ew helwesta wî ya ku li ser xwe dimire,ji bo hebûna xwe bidomîne çawa her tiştî dikare feda bike, bawerhişkî, ji ber cudatiyê hevdu çawa hev kirine ên din, tabûyên civakî, totem, mirin, mêrkujî, jin û bi çi awayî berxwedêriya jinê hatiye şikestin û çawa bi jiyaneke bindest û kole razî bûne; çilvirîna felsefeyê û tewşikî ango tewşiyê di dîrokê de çawa xwe heye kiriye ji kurê xwe re vedibêje û pirtûkê ev hildaye dest.
Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Granada, Fas, Qahîre û Roma. Çar bajarên ku di jiyana Leonê Efrîkî de bi rûmet in. Heke bi kurtasî ku em qala van beşan bikin,ew beş ev in:
 
PIRTÛKA GRANADAYÊ: 
Beriya Hesen were dinyayê û piştî ku tê dinyayê ango pitokî û zarokatîya wî ya ewil bi vegotina dê û bavê wî dest pê dike. Kastilyayî dest datînin ser Granadayê ji misilmanan distînin. Piştre Kastîlî misilmanan ji Granadayê derdixin û wan mecbûrî koçê dikin. Komkujiyê li ser cihûyan dimeşînîn û koçbûna malbata Hesen ya Fas’ê tê vegotin.. 
 
PIRTÛKA FASÊ: 
Ev pirtûk zarokatî û ciwantiya Hesen, dilînî û nakokiyên bavê wî, perwerdehiya ku Hesen dîtiye, cerebeyên wî yên bi hevalên wî re, bûyerên ku tên serê xwişk û hevalê wî yê herî nêzîk , xizmetên ku bi xalê xwe re ji siltanê Fas’ê re kirine û têkiliya wî ya bi xalê wî re, evîndarî û zewaca wî ya yekemîn, şibandina wî û bavê wî û di wê demê de kî xurt be û xurtî di destên kê de be yê din çawa tenê dihêle, vedibêje. 
 
PIRTÛKA QAHÎREYÊ:
Ev pirtûk; tarûmarbûna gel a ji ber webayê, ew tevlîheviya koça ku ji ber şewbê rûda ye, ew pêvajoya bi cihbûna Qahîreyê, zewaca Hesen ya ku bi jina biraziyê Yavuz Siltan Selîm ya jinebî re kiriye, têkiliyên kurê wî yê kurhilî ê wêrisê textê împaratoriyê bi malbatê re, şerê Osmanî û Memlûkan û revandina Hesen vedibêje.
 
PIRTÛKA ROMAYÊ:
Kesên ku Hesen revandine wî wek koleyan difiroşin papa û papa jî Hesen ji xwe re dike ewlad û bi vî sedemê Hesen azad dibe, dû re dewlemend dibe û dikeve nava kesên zadegan, ji dêrê re xizmetê dike, fiêlên dewlatan ku li serê hev dikin, jiyana xwe bi diyaroka(kirû) olê nexş dike û lêknava LEOyê EFRÎKÎ Romayî lêdikin. 
Hesen (Leoyê Efrîkî). Di her bajarên ku jiyana wî lê derbas bûne-Granada, Fas, Qahîre, Roma- ji bo wî gelekî girîng in û jê re wek xala werçerxê ye de şer û pir bûyerên ecêb bi çavên serê xwe dibîne. Carinan mat dibe, carinan jî li ber dikeve û dikeve xemgîniyeke kûr.Lê herî dawî wek bûkalemûnê li gor rewşê reng diguherîne û dikeve curbicur kesayetên cuda û jiyana xwe didomîne. Bi vî awayî hem xwe diparêze hem jî ji gelek aliyan ve jiyanê dinase. Jixwe di her beşê de bi kesayetekê derdikeve pêş me.
Hesenê ku di zarokatiya xwe de sinet bûye, malbata wî ya ku ji bo ola xwe neguherîne ji welatê xwe derdikeve, Hesenê ku bi doktorîna olê xwe bi perwerdehiyê kemilandiye, û xwe pir bi pêş xistiye, piştî ku digihîje û di kemile îcar ji bo azadiyê radibe (tehfîl)vaftîz dibe û bi dêrê ve girêdayî dimîne. Îroniya baldar a pirtûkê ez dibêjim qey ê ev be.
Bu yazıyı paylaşın :