TR Kurdî EN
SON HABERLER

KOMELEYA MALBATÊN XWENDEKARAN (03.09.2013) 10.09.2013

                       

Em di serdema zanistê de dijîn. Zanist bi perwerdehiyê pêşve diçe. Perwerde  ji bo hemû mirovan pêwist e û girîng e. Bi taybet  ji bo zarokan, mina xwarin û vexwarinê, pewîstiyeke jiyanî û jêneger e.

Perwede ji aliyê civakê de jî pir girîng e.  Gotineke çîniyan heye dibêje : “ Kesê di perwerdê de xweydanê nerijîne wê di şer de xwînê birijîne.”  Birêz Abdullah Ocalan jî li ser perwerdehiyê  bi vê gotina li jêr balê dikişîne ser girîngiya perwedehiyê û dibêje: “ Maka hemû xirabiyan  xişimî, nezanî û netêgihîştin e. Maka hemû qenciyan jî zanîn û têgihîştin e.

Li gorî lêkolinên zanistî zarokên ku bi zimanê dayîka xwe perwerdê bibînin, xwendin û nivisînê hîn bibin  çalak in, jîr in û jê hatî ne.

Gelo têgeha zimanê dayîkê çi ye? Têgeha zimanê dayîkê mirov dikare bi gelek şêweya rawe(pênase) bike. Pir bi wate ye. Lê bi gelemperî  zimanê dayîkê, zimanê ku cara yekem di malbatê de  tê hinkirin e.

Mafên Zarokên ku diçin dibistanan yê perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Bêguman ji bo zarokan ya herî qenç ku bi zimanê dayîkê  hinê xwendin û nivîsê bibin.  Bi hinbûna vî zimanî  behreya(qabîliyeta) hinbûna zimanê din hêsantir dibe.

Dibe ku hin malbat bibêjin; “Ez zarokên xwe bi zimanê dayikê hin bikim ew ê çawa tirkî hîn bibe û ew ê di dibistanan de çawa biserbikeve?”  Li gorî lêkolînên zanistî, zarokê ku  zimanê xwe yê yekem, yê ku di malbata xwe de hindibe xwedî bingeheke baş be, zimanê duyem pir bi hêsanî hin dibe. Ev her du ziman  piştgirî didin hev.

Îroj li hemû dinyayê êdî mirov bi piranî bi du zimanî an, ji pirtirin zimanî hîn dibin û bi wan diaxifin.

Zimanê dayîkê di heman demê de nasnameya  zarokan ne.  Bi vê nasnameyê xwe bêtir di ewlehiyê de dibînin. Têkiliyên xwe yên bi malbatê û bi xizmên xwe re germ û dewlementir dikin. Ji bo vê yekê divê malbat  zarokên xwe di dibistanan de, çi pêşdibistan, çi dibistana seretayî dibe piştgirîyeke xurt bidin zarokên xwe û wan bi zimanê dayikê perwerde bikin.

Bi taybetî perwerde û hînkirin, ji bo civakên bindest, dagirkerî; yên ku têkoşînê ji bo azadî, demokrasî û rizgariya xwe dikin, ji  bo parastina ziman û çanda xwe  dikin,  û gorî pradigma ya nû , ji  bo avakirina civaka ahlakî û polîtik dikin bêtir girîng e.

Gelê kurd  bi pişaftinê re  rûbirû ye. Divê gelê kurd li hemberî pişaftin û xwepişaftinê wekî tekoşerên ziman û çanda xwe têbikoşe.

. Meriv bi nirxên xwe. bi zimanê xwe, bi çanda xwe, edebîyata xwe, û bi kevneşopiyên xwe dibe xwedîrûmet.

Polîtikayên pişaftinê û tunekirina Kurdan dibe sedemên şer û pevçûnê. Divê dewlet  êdî dev ji polîtîkayên xapandinê berde.  Bi kanaleke telewîzyonê, bi dersê hilbijatî pirsgirêk çareser nabe. Divê kurdî ji destpêkê heta zanîngehê  bibe zimênê perwerdehiyê. Di vî warî de daxwiyaniya Serokwezîr Erdoğan  ku dibeje : “ Perwerdehiya bi zimanê dayîkê di rojeva me de tuneye.” Birastî me dike nava fikaran û hêviyên me yên aştiyê dişikîne.

Berê, yên ku Kurdî diaxifîn pir bûn. Zargotina Kurdî dewlemend bû. Bi saya serê dayikên kurd ziman gihîşte îro. .. Lê, bila em baş bizanibin ku li pêşiya zimanê me yê dayîkê gelek xetereyên mezin jî hene.

 Em dixwazin bala we bikişînin ser wan xetereyan. Em dixwazin em li xwe varqilin. Teknolojî gelek pêşketiye. Wekî televîzyon, radyo û internetê, amûr û navgînên ragihandinê pir bû ne. Evana mixabin dibin sedema pişavtin û otopişavtinê.  Pêşdibistan û hemû dibistanên fermî jî lezandin dide asimilasyonê. Bi pêşdibistanan dewlet dixwaze zimanê dayîkê yên zarokên kurdan biguherîne û ji kurdî bikin tirkî.

Xetera herî mezin, piçek xemsarî û paşguhkirina me jî heye. Em zarokên xwe hînî kurdî nakin.Em bi wan re bi kurdî naxifin. Zarokên Kurdan, piçûkên Kurdan bi zimanê dayika xwe napeyvin. Zimanê ku zarûk pê neaxifin pêşeroja(dehatuya)  wî tari ye. Ziman roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Li hemberê pişaftinê divê em bi zarokên xwe re bi rik. bi înyat biaxifin. Zimanê me ji tu zimanî kêmtir nîne. Zimanê me şêrîn e. Zimanê me dewlemend e.  Xwe û zimanê xwe kêm û biçûk  nebînin. Ji xwe ziman dewlemend nebûya heta îro li ser piyên xwe nediman.

                                                                                                                               

                                                                                                                            KURDİ-DER EĞİTİM SEN

Bu yazıyı paylaşın :