TR Kurdî EN
SON HABERLER

BASIN AÇIKLAMASI (20.10.2012) 22.10.2012

                                                          JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE                                20.10.2012

Me wekî Rêveberiya Egîtîm Sen’ê, daxwazên ku ev demeke dirêj e endamên me wek kesane tînin zimên, bi vê daxuyaniya çapemeniyê parvekirina bi raya giştî re wekî pêdivî û zaruriyetekê dît.

                Wekî ku tê zanîn, ji roja ku Egîtîm-Sen hatiye damezirandin û heta roja îroyîn, perwerdehiya bi zimanê dayîkê wekî mafekî bingehîn ê mirovan parastiye û di rêziknameya xwe de mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi cih kiriye. Di nêvenga salên 2000’î de bi xala vê rêziknameyê, Egîtîm Sen bi pêvajoya girtinê re rû bi rû maye û ev pêvajo ragihandiye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, vî mafê me yê rewa û mirovane li gorî normên navneteweyî dîtiye û Tirkiyeyê mehkûm kiriye.

Civakan, di dîroka mirovahiyê de her tim ji bo ku di xwezayê de ji xwe re qadeke ji bo pêşvebirina xwedîtiyê vekin, hewl dane. Kesên ku kirdeyên vê civakê ne, encax bi zimanê dayîkê ku amûra bingehîn e û bi çanda ku li ser damezirandine,  xwe bi cih kirine. Her civak bi çanda xwe, bi dîroka xwe, bi komasî û cerebeyên xwe yên bi hezaran salan, bi kurtasî bi hemû nirxên madî û manewî yên zimanê xwe, karibûye hebûna xwe bidomîne. Her wiha, her civak bi zimanê xwe wate daye jiyanê. Û bi zimanê xwe bergeh dane jiyana xwe. 

Beriya pênc hezar salan bi pêkhatına çanda dewletbûnê re polîtîkayên pişaftinê yên cur be cur yên ku ji aliyê civakên serwer ve pêk dihatin, bi dewletbûyîna neteweyî ku di du sed salên dawîn de bi pêş ket re, di çarçoveya polîtîkayên yekanebûnê de bi rêbazên herî xedar, ji aliyê serweran ve li ser neteweyên ku tên pelçiqandin, hatine pêkanîn.

Piştî avabûna komarê Tirkiyê, di encama polîtîkayên afirandina yek-netewe ya ji gelên ku li anatolyayê dijiyan de di encama hewldanên dewletbûyîna spartiyê yek-netewetiyê de kurdên ku yek ji gelên qedîm ên rojhilata navîn bûn, bi polîtîkayên pişaftinê yên herî xedar ên cîhanê re rû bi rû mane. Bi qedexekirina netewe, ziman, nasname û çanda kurdan, kirina bin pêkutiyê, tunekirin û ji kokê rakirin û tirkkirina kurdan, wekî polîtîkaya bingehîn a komarê ye û heta roja me jî domiyaye.  Bi Hikûmeta AKP’ê re ev polîtîkaya pişaftinê, rengê xwe, dirûv û rêbazên xwe guherandine û hîn bêhtir hatine girankirin û  didomin.

             Serokwezîr Birêz Recep Tayîp Erdogan, polîtîkayên ku ji bo tirkên li Elmanyayê tên pêkanîn, Dewleta Elmanya rexne kiriye û daye zanîn ku ev, polîtîkayeke pişaftinê ye, pişaftin jî sûcekî mirovahiyê ye. Heman serokwezîrê ku vê yekê tîne zimên, dema ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê li welatê wî dibe mijara gotinê, diyar dike û ev ne tiştekî pêkan e.

Ev gotina bi cotstandartî, polîtîkaya gelek kûr, bi dûreparêzî û durû datîne holê.

Bi me dide nîşandan ku dema mijara gotinê kurd bin, hemû realîte berovajî dibin. Birêz serokwezîr nexwaze bibîne û bibihîze jî li vî welatî ev 90 sal in bi rêbazeke gelek xedar, polîtîkaya pişaftinê tê bikaranîn û sûcê mirovahiyê tê kirin. Û mixabin em mamoste jî di nav vê polîtîkaya pişaftinê ya dewletê de cih digirin, me di pêkanîna vî sûcê mirovahiyê de rista sereke girtiye û em digirin.

Bi van hemû rastiyan ve girêdayî , nêzîkî 20 hevalên me bi kesayetî, hawirdora şer û kaotîk a hişmendiya yekperest a Hikûmeta AKP’ê ku Tirkiyeyê ber pê dibe jî li ber çav girtine, bi pergala perwerdehiyê ya nû ku Hikûmeta AKP’ê di bin navê 4+4+4’an de aniye, dibistanên pergalê kirine navendên pişaftinên herî xedar û kûr de, wekî divêtiya wijdanê mirovahî û ehlaqî, beyan kirine ku ji îro û pê ve heta ku ji bo zarokên kurd mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bê naskirin, dê di vê perwerdehiya pişaftinê ya xedar de cih negirin û ji pişaftin û sûcê mirovahiyê ya ku tê pêkanîn re nebin amûr.

Em wekî Egîtîm Sen hemû derdorên pêwendîdar vedixwînin vê hestyariyê,  bi dîtina xwe ya mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, mafekî herî xwezayî û gerdûnî re em difikirin ku dê daxwazên van endamên me tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike, lewre em li hember xwesteka  van hevalên xwe rêzdariya xwe diyar dikin piştgirî didine wan. Em bang li hemû endamên xwe dikin ku rojên duşem û sêşemê bi neçûna dibistanan piştgiriyê bidin van hevalên me û em vê banga xwe bi raya giştî re parve dikin.

                                                                                                                  

ŞAXA AMEDÊ YA EGÎTÎM-SEN’Ê

 

            BASINA VE KAMUOYUNA                                    20.10.2012

Biz Eğitim-Sen yönetimi olarak bu basın açıklaması ile uzun bir süredir, üyelerimizin bireysel olarak dile getirdikleri taleplerini kamuoyuyla paylaşmayı bir ihtiyaç ve zaruriyet olarak gördük.

Bilindiği gibi eğitimsen kurulduğu günden bu güne kadar anadilde eğitimin temel bir insan hakkı olduğunu savunmuş ve anadilde eğitim hakkı tüzüğünde yer almıştır. 2000 li yılların ortasında bu tüzük maddesinden dolayı Eğitim-Sen kapatılma süreciyle karşı karşıya kalmış ve bu süreci AİHM taşımış ve AİHM bu meşru ve insani talebimizi uluslararası normlara uygun görerek Türkiye’yi mahkûm etmiştir.

Toplumlar, insanlık tarihinde doğada hep kendilerinde aitlik duygusunu geliştireceği bir alan açmaya çalışmışlardır. Bu toplumun öznesi olan bireyler ancak ve ancak bunun temel aracı olan Anadilinde ve üzerine kurduğu kültür ile kendisini konumlandırmıştır. Her toplum kendi kültürünü, tarihini, binlerce yıllık birikim ve tecrübelerini, kısacası kendi varlığına ilişkin bütün maddi ve manevi değerlerini içinde barındırdığı dili ile varlığını sürdürebilmiştir. Ayni zamanda her toplum dili ile yaşama anlam vermiştir. Ve dili ile yaşama yön vermiştir.  

Beş bin yıl önce devletleşme kültürünün gelişmesi ile birlikte egemen toplumlar tarafından uygulanan çeşitli asimilasyon politikaları, son iki yüz yılda gelişen Ulus devletleşmeyle birlikte tekleşme politikaları çerçevesinde en acımasız yöntemlerle egemenler tarafından ezilen uluslara uygulanmıştır.

Cumhuriyet’tin kuruluşundan sonra Anadolu’da yaşayan halklardan tek ulus yaratmaya dayalı politikalar sonucunda, tek ulusa dayalı devletleşme cabaları sonucunda orta doğunun kadim halklarından biri olan Kürtler, dünyanın en acımasız asimilasyon politikaları ile yüz yüze kalmışlardır. Kürt ulusunun dilini, kimliğini, kültürünü yasaklayarak baskı altına almak, yok etmek, onları köklerinden kopararak Türkleştirmek cumhuriyetin temel politikası olarak günümüze kadar süre gelmiştir. AKP hükümetiyle beraber bu asimilasyon politikası rengini, şeklini ve yöntemini değiştirerek daha da ağırlaştırılarak sürdürülmektedir. 

Başbakan Sayın Recep Tayip Erdoğan, Alman Devletinin oradaki Türklere uyguladığı eğitim politikasını eleştirmiş, bunun bir asimilasyon politikası olduğunu, asimilasyonun da bir insanlık suçu olduğunu ifade etmiştir.  Bunu dile getiren aynı başbakan kendi ülkesinde anadilde eğitim söz konusu olunca, bunun mümkün olamayacağını ifade edebilmektedir. Bu çifte standartlı söylem çok derin, çelişkili ve ikiyüzlü politikayı ortaya koyuyor. Söz konusu Kürtler olunca bütün realitelerin nasıl tersyüz olabildiğini bize gösterebilmektedir. Sayın başbakan görmek ve duymak istemezse de bu ülkede 90 yıldır çok acımasız bir şekilde asimilasyon politikası uygulanmakta ve insanlık sucu işlenmektedir. Ve ne yazık ki biz öğretmenler de devletin bu asimilasyoncu politikası içinde yer alarak bu suçun işlenmesinde birinci derecede rol almış ve almaktayız.

Bütün bu gerçekliklerle birlikte AKP hükümetinin tekçi zihniyetinin Türkiye’yi sürüklediği savaş ve kaotik ortamı da göz önünde bulundurarak, yaklaşık 20 üyemiz bireysel olarak AKP hükümetinin 4+4+4 adı altında getirdiği yeni eğitim sistemi ile asimilasyonun en acımasız ve derin merkezleri haline getirilen sistemin okullarında, insani ve ahlaki vicdanın bir gereği olarak bundan sonra bu acımasız asimilasyoncu eğitimde yer almayarak, Kürt çocuklarına anadilde eğitim hakkı tanınıncaya kadar, asimilasyona ve işlenen insanlık suçuna alet olmak istemediklerini beyan etmişlerdir.

Eğitim-Sen olarak ilgili çevreleri duyarlılığa davet ederek, anadilde eğitim hakkını en doğal ve evrensel bir hak olarak gördüğümüzden hareketle bu üyelerimizin taleplerinin sorunun çözümüne katkı sunacağını düşünerek saygı gösterip desteklediğimizi belirtiyor, bütün üyelerimizin arkadaşlarımızın yalnız olmayıp takipçileri olacaklarını göstermek için  Pazartesi ve Salı günleri okullara gitmeyerek bu arkadaşlarımıza destek olmaları çağrısında bulunduğumuzu kamuoyu ile paylaşıyoruz.

EĞİTİM-SEN AMED ŞUBESİ

 

 

Bu yazıyı paylaşın :